Zarokê di êrişa dewleta Tirk de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da

Dewleta Tirk a dagirker di 18ʹê Çileyê de li ser rêya Qamişlo-Dêrikê, erebeyek topbaran kir. Zarokê bi navê Ehmed Ebdulxanî Salim ku di êrişê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.

Zarokê bi navê (12) bi giranî ji serê xwe birîndar bûbû û li nexweşxaneyeke Qamişloyê dihat dermankirin.

Tevî hemû hewldanên bijîşkan jî duh êvarî jiyana xwe ji dest da.

Hêjaye bibîrxistinê ye ku balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li nêzî Rawestgeha Arî ya li xaçerêya gundê Maşûq (7 km dikeve rojhilatê Tirbespiyê) li erebeyekê dabû.

Di encamê de kesên di erebeyê de û kesekî din ku li nêzî cihê êrişê bûn, birîndar bûbûn.

Back to top button