Mîchela Arrîcale: Tirkiyê bi van kiryaran qanûnên hiqûqî derbas dike

Hevseroka Koma Têkoşîna Hiqûqî ya Navneteweyî Mîkela Arîkel da zanîn ku di serdana Tirkiyê de ji wezareta dadê daxwaza hevdîtinê kirine û got: Divê dimldest hevdîtin bi wezareta dadê re pêk bê û tecrîda li dijî rêber Abdulalh Ocelan were rakirin.

Endamên Delagasyona Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê ku ji 7 welatî û bi giştî ji 36 kesî pêk dihat li Stenbol, Amed û Enqereyê li dijî tecrîdê serdan pêk anîn.

Piştî serdanê jî li Stenbolê Forumek bi mijara ‘tecrîda navneteweyî’ pêk anîn û encamname weşandin.

Hevseroka Koma Têkoşîna Hiqûqî ya Navneteweyî Mîkela Arîkel ku di nava dele (Mîkhele Erikil) gasyonê de ye û di nava serdanên Enqerê de cih girt der barê mijarê de axivî.

Mîchela diyar kir ku tevî ku li welat û ji qada navneteweyî ji bo hevdîtina bi Rêber Ocalan re bi hezaran serlêdan hatine kirin Tirkiye bêdenge û got:

Ev bêdengî bi armanca ku parêzer li dijî dijhiqûqiyê îtîraz nekin tê kirin.

Tirkiyê bi van kiryaran qanûnên hiqûqî derbas dike.

Hemû girtî xwedî mafên hêviyê ne.

“Bedela tehdîdên Erdogan ji Ewropayê re Kurd didin”

Mîchela bêdengiya qada navneteweyî şermezar kir û got:

Dewlet ji bo berjewendiyan navbera xwe û Erdogan xira nakin ji bo tecrîdê hevdîtinê nakin.

Erdogayn her tim Ewropayê bi penaberan tehd dike û dibêje wê deriyên xwe vebikin.

Bedela van tehdîdan jî Kurd didin.

“Divê tecrîda li dijî Rêber Apo bê rakirin”

Mîchela balkişand ser serdanên kirine û wiha domand:

Rojeva esas tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bû.

Tirkiyê şertên tecrîdê normal kiriye û wek rutînekê pêk tîne.

Me xwest em bi wezareta dadê re hevdîtinê bikin. Lê bersivek nedan me.

Daxwaza me ev e ku tecrîda li dijî Birêz Ocalan û girtiyan bê rakirin.

Back to top button