Îlham Ehmed ji bo alîkariya qurbaniyan banga hevgirtinê kir

Gelek peyamên sersaxiya ji qurbanên erdhejê hatin ku ji bo alîkariya wan banga hevgirtinê kirin. Her wiha daxuyaniyên cur be cur jî hatin dayîn û di daxuaniyan de hate diyar kirin ku AKP-MHP’ê salên dawî xisareke mezin li qadên xwezayî li Kurdistanê û Tiriyê kiriye û ew ê bi gelên xwe re bin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê erdhejek bi hêz çêbû.

Erdheja li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bandora wê bi awayekî xurt gihaşt Sûriyê..

Seroka Desteya MSD’ê Îlham Ehmed li ser hesabê xwe yê Tweet re sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.

Îlham Ehmed anî ziman ku di encama erdheja wêranker ku li herêmên Sûriyê û Tirkiyê rû da, ziyanên mirovî û ziyanên madî yên mezin çêbûn.

Hevgirtina herêmî û navneteweyî ji bo alîkarîkirina kesên ku mexdûr bûne pêwîstiyek lezgîn e.

Meral Daniş Beştaş: Em ê birînên erdhejê bi hev re bipêçin

Her wiha Meşa Gemlîkê ya ku li dijî tecrîdê dihat plankirin ji ber erdhejê hate betalkirin.

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî got:

Di van şert û mercên giran ên zivistanê de em neçar in ku birînên vê erdhejê bi hev re bipêçin.

Meral banga piştevaniyê li her kesî kir.

HDK, TJA, DBP, HDP û BMG koordînasyona krîzê ava kirin

HDK, TJA, DBP, HDP û BMG’ê Koordînasyona Krîzê ava kirin

Hevserok û Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), HDP’ê, DBP’ê û Hêzên Têkoşînê yên Yekbûyî li avahiya HDP’ê ya Stenbolê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol daxuyanî da û got:

Li gorî agahiyên gihîştin navenda me ya giştî ‘Koordînasyoneke Krîzê ya Navendî’ hatiye avakirin.

Partiya me bi rêxistinên partiyê yên li bajarên ku erdhejê bandor lê kirine, li navenda Amedê Koordînasyoneke Herêmê ava kirine.

Di serî de hevserokên me, parlamenterên me ji bo karên li herêma erdhejê koordîne bikin li wê derê ne.

TJK-E: Desthilatdar wê hesabê vê êşê bide

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) ji ber erdheja li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek da.

TJK-E ragihandin ku hikumeta koalîsyona AKP-MHP’ê salên dawî xisareke mezin li qadên xwezayî li Kurdistanê û Tiriyê kiriye û got:

Berpirsyarê sereke yê windahiyan hikumet bi xwe ye. AKP-MHP’ê wê hesabê vê yekê bide.

Back to top button