Deshilata Îranê lez daye pêngava girtinê

Deshilata Îranê heta niha nekariye gel ji daxwazên wan yên azadiyê dur bixe.
Hemwextî vê, li pey gerandina pilanan e.
Tevî biryara lêborînê û berdana hinek xwepêşandêran, lez daye pêngava girtin û binçavkirina xwepêşandêran.
Heman demê de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji bo 17’ê Sibatê, banga xwepêşandanên giştî hate kirin.

Hêza jinê ya li dijî deshilata Îranê, bûye sedema xwepêşandanên herî dem dirêj ya li welat.

Piştî kuştina jina Kurd Jîna Emînî serhildana despêkirî 153 roj li pey xwe hişt.

Duh li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê pêgava hêzên dewleta Îranê ya serdegirtina malên welatiyan, binçavkirin û girtina xwepêşander û çalakvanan dewam bû.

Ev yek di demek wiha de ye ku bi biryara Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamneyî ya lêborînê, rojane xwepêşanderên girtî têne berdan.

Her doh melayê mizgefta gundê Marexan a bajarê Serdeşt Fethula Rostemî, di dema ku refaqetiya karwanê alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê yên bajarê Xoy’ê dikir, li xala kontrolê ya bajarê Urmiye ji aliyê hêzên Îranê ve hat binçavkirin.

Rostemî ber bi cihek nediyar ve hate birin.

Ji destpêka xwepêşandanên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ heta niha ve, 27 melayên Kurd bi tometa piştgiriya xwepêşanderan vexwendine dadgehê û ji wan herî kêm 10 mela hatine girtin.

Li bajarê Îlam yê Rojhilatê Kurdistanê xwepêşdandera girtî yê bi navê Arîn Kuxayî ji ber çaresernekirina dosyeya wê, bi dirûna lêvên xwe dest bi grevê kir.

Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin

Her wiha bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyên cur be cur hatin li darxistin û tê de Komplo û tecrîd hat şermezarkirin.

Di heman çarçoveyê de Ciwanên Apoyî li bajarê Bane û Jinên Apoyî li bajarê Sine Komplo û tecrîda beramberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezarkirin.

Li ser asta Îranê jî nerazîbûnên li dijî desthilatê bi awayên cuda cuda bi taybet nivîsîn û daliqandina dirûşmeyan li cihên giştî pêk hatin.

Ji bo 17’ê Sibatê banga xwepêşandanên giştî hat kirin

Duh komek çalakvan banga li darxistina xwepêşandan û çalakiyên giştî a bo 17’ê Sibatê kirin.

17’ê Sibatê xwepêşander Mihemed Mehdî Kerîmî û Mihemed Hisên ji aliyê dewleta Îranê ve hatîbûn darvekirin.

Di çarçoveya bangawaziyê de li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê belavokên bangawaziyên hatin belavkirin.

Back to top button