Li Reqayê 80 şehîdên di dem û cihên cuda de şehîd bûne hatin bibîranîn

80 cangoriyên azadiyê yên ku di mehên Çile û Sibatê de şehîd bûne li Reqayê hatin bibîranîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê ji bo 80 şervanên YPG, YPJ, QSD û Hêzên Asayîşê yên ku di mehên Çile û Sibatê de li deverên cuda şehîd bûne, merasîmê bîranînê hat li darxistin.

Meraasîm li Goristana Şehîdan a li gundê Hikumiyê pêk hat.

Merasîm bi torana leşkerî ya şervanên Meclisa Leşkerî ya Reqayê dest pê kir.

Piştre, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a girêdayî Meclisa Leşkerî ya Reqayê Karewan Bekûr axivî û soza şopandina xeta şehîdan da.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El Hemûdî jî axivî û got: “Têkoşîna me wê bi serkeftin, azadî û pêkanîna edaletê tecîdar bibe.”

Di dawiya merasîmê de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.

Back to top button