Riyad Derar: Em yekparebûna xak û gelên xwe diparêzin

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar teqez kir ku ew ji ser rêya xwe vengerin û wê ti berdêlên yekîtiya Hêzên Demokratîk tune bin. Ji bo pêvajoya siyasî li Sûriyê jî Derar destnîşan kir ku ew, xebatê bi hêzên siyasî re didomînin, da ku hêzên demokratîk ava bikin.

Meclisa Sûriya Demokratîk – MSD li ser rêya xwe ye û wê ti berdêlên yekîtiya Hêzên Demokratîk tune bin..

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar ev yek li ser malpera Meclisê par ve kir û diyar kir ku MSD’ê projeya xwe ya siyasî li ser bingeha pergala nenavendî û parastina yekparabûna xak û gelê xwe bi tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî, didomîne…

Hevserokê MSD’ê dibêje ku opozisyona Sûrî rol û nirxê xwe winda kiriye û gerek di hemû civînên ku ji bo çaresekirina aloziya Sûrî beşdar dibe de, berjewendiyên gelên Sûrî di ser her tiştî re bigire.

Her wiha hemû peykhateyên Sûrî tevlî civînan bike…

Riyad Derar: MSD di çareseriyê de, xwedî roleke mezin e, divê neyê paşguhkirin

Hevserokê MSD’ê diyar kir ku ew hewl didin bi hemû hêzên siyasî re hevdîtinan bikin da ku bighêjin lihevhatinekê û xizmeta doza Sûrî bike.

Li gorî Derar, sedema bidûrxistina wan ji pêvajoya danûstandinan, hem ji ber sedemine xweser hem jî ji ber derbasbûna hinek welatan li ser xetê bû.

Ji bo beşdarbûna wan di danûstandinên Sûrî-Sûrî de jî, Riyad Derar da xuyakirin ku eger ew beşdarî civînan nebin, ew ê pabendî biryarên jê derkevin jî nabin.

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar di dawiyê de teqez kir ku “projeya Neteweya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûrî, mafên hemû pêkhateyan diparêze û hewl dide bi awayekî qanûnî opozisyonê nas bike da ku bibe hêzeke avaker û rola xwe ya qanûnî di guhertinên pêşerojê de pêk bîne”.

 

Back to top button