Belarûs artêşek ji 100-150 hezar dilxwazî ava dike

Serokê Belarûsê Aleksandr Lukashenko ferman da ku artêşeke bejayî ya ji 100 heta 150 hezar xwebexşan bê avakirin.

Aleksandr Lukashenko ragihand ku wî ferman daye artêşek nû ya parastina herêmî ji dilxwazan were avakirin.

Ev yek jî bi armanca welatî di rêbazên parastinê de welat û parastina ewlekariyê de rol bileyîzin.

Lukaşenko di civîna Konseya Ewlekariyê ya Belarûsê de axivî û got,

“Rewş ne hêsan e.

Min ev yek gelek caran diyar kiriye.

Her kes, ne tenê mêr, divê bi kêmanî zanibe çekê bikar bîne da ku malbata xwe biparêze, ger hewce bike mal, ax û welatê xwe biparêze.”

Serokê Belarûs yê xaka welatê xwe ji leşkerên Rûsî re vekir da ku êrişî Ukraynayê bikin, teqez kir ku welatê wî tenê eger êrîş li ser wî were kirin wê bikeve şer.

Lukashenko nêrîna xwe anî ziman ku şerê Ukraynayê jî pêwîstî bi wê yekê da ku welatê wî artêşa xwe bihêz bike.

Wezîrê Parastinê Vîktor Khrenîn diyar kir ku artêşa bejayî ya dilxwaz wê ji 100 heta 150 hezar leşkeran pêk were û ger hewce bike dikarin vê hejmarê zêde bikin.

Artêşa Belarûsya ya fermî ji 48 hezar leşker û 12 hezar parêzvanên sînor pêk tê.

Back to top button