Li Stadyoma 12’ê Adarê ku berî 19 salî kîna qirkirinê heyî, îro peyama yekgirtinê hate dayîn.
Li Qamişlo bi merasîmeke girseyî şehîdên komkujî û Serhildana Qamişlo hatin bibîranîn.
Îro li bajarê Qamişlo merasîma salvegera 19′an a komkujî û Serhildana Qamişlo hat lidarxistin.
Merasîm li Stadyoma Şehîdên 12′yê Adarê ya Qamişloyê bi diruşma “Bi rihê Serhildana 12′yê Adarê em ê dagirkeriyê têk bibin û bi vîna gelan em ê bi ser bikevin” hate lidarxistin.
Di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Xwesr û şêniyên Qamişlo amade bûn.
Merasîm bi rêzgirtina bo giyanê şehîdan despê kir.
Telet Yûnis: Bi rihê serhildanê em ê têkoşînê dewam bikin
Di merasîmê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telet Yûnis axivî.
Telet Yûnis hemû şehîdên şoreşa azadiyê bi bîr anî.
Yûnis diyar kir ku li Qamişloyê Serhildana 12′yê Adarê dest pê kir û li tevahî Rojava, Şam, Heleb û Ewropa belav bû û wiha got:
“Tu hêzeke kapîtalîst nikare li dijî nirx, dîrok, yekitî û berxwedana gelan bi ser bikeve.
Serhildana 12′yê Adarê nîşaneya vê yekê bû ku ev rejîm nikarin siyasetên xwe yên înkar û nijadperestiyê dewam bikin û divê demokrasî pêk bê.”
“Serhildana 12’ê Adarê bû bingeha şoreşa 19′ê Tîrmehê”
Yûnis anî ziman ku Serhildana Qamişlo veguherî bingeha şikandina dîwarên tirsê li gel Gelê Sûriyê û bingeha Şoreşa 19′ê Tîrmehê li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Fethî El Etoş: Wê rêveberiya me li hember fîtneyan li ber xwe bide
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Fethî El Etoş komkujiya 12′yê Adarê şermezar kir û got:
“Ev bûyer plankirî bûn ku fînte di navbera Kurd û Ereban de çêbe.
Em îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek gel in û xwîna me yek e.
Ji lew re wê gel li dora QSD′ê bimîne û wê Rêveberiya me ya Xweser be.”
Remziye Mihemed: :Şehîdên serhildana 12’ê Adarê bû mîrasa şoreşa Rojava
Piştre Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed axivî û got:
“Şehîdên Serhildana 12′yê Adarê bûn mîrasa Şoreşa Rojava û Kurdistanê giştî.”
Remziye di dewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman:
“Bi saya fedekarî, berxwedan, lehengî û destanên dîrokî ku bi hezaran şehîdan li dijî zihniyeta desthilat nivîsandine vîna gelan bi ser ket û gelek destkeftî bi dest xistin.”
Her wiha merasîm bi maçeke fotbollê ya navbera tîma Qamişlo û Dêrazorê de dewam kir.
Di dawiya maçê de, tîma Qamişlo bi 2 goolan biser ket.