Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 12’ê Adarê hate bibîranîn

Belê bi boneya rojê li ser asta bakur û rojhilatê Sûrî jî peyam hebûn.
Ji Qamişlo heta Kobanê, ji wir jî heta Reqa, Şehba û Helebê komkujiya 12’ê Adarê hate bibîranîn.
Di peyam û daxuyaniyan de, helwesta hikumeta Şamê ya niha dide meşandin jî hate şermezarkirin.

Meclisên û rêxistinên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîdên komkujiya 12’ê Adarê bibîr anîn.

Kongeriya Îslama Demokrat li Qamişlo 12’ê Adarê bi bîr anîn.

Şêniyên Til Hemîsê şehîdên komkujî û Serhildana 12′yê Adarê bi bîr anîn û got;

Tevahî planên li dijî gelên Kurd û Ereb wê bi saya projeya neteweya demokratîk bi bin bikevin.

Desteya Ciwan û Werzîşê a Rêveberiya Xweser ya Herêma Firatê bi borneya rojê daxuyaniyek da.

Desteyê diyar kir ku serhildana 12′ Adarê ya li Qamişlo û êrişa faşîstane ya di maça navbera Amedspor û Bûrsasporê ku hate leyîsitin de heman zihniyet e.

Partiya Sûriya Pêşeroj ya li Reqayê bi daxuyaniyekê şehîdên 12’ê Adarê bi bîr anîn û zihniyeta Beas şermezar kir.

Partiyê diyar kir ku ew ê heta dawiyê hevting û yekîtiya xwe di navbera hemû pêkhateyên herêmên xurtir bikin û li ser şopa şehîdên 12’ê Adarê bimeşin.

Ji Tebqayê jî peyam hate dayîn.

Rêveberiya Tebqayê da zanîn Komkujiya 12’ê Adarê û serhildana Qamişlo ji hemû cîhanê re îspat kir ku yekitiya girseyan û gel şertê serketina şoreşê û gihandina armancên wê ye.

Her wiha diyar kir ku hikûmeta Şamê dev ji siyasetên xwe bernedan heta ku Sûriyê xist aloziyên mezin û rêzgarkirina ji wê ne hêsan e.

Meclisa sivîl ya rojhilatê Dêra Zorê jî da zanîn ku hikumeta Şamê bi her awayî dixwest ku dinavbera kurdan û ereban fitneyê derxe da ku hebûna xwe mayînde bike.

Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser ya Minbicê bi daxuyaniyekê savegera 6’an ya avabûna Rêveberiya Xweser ya Minbicê pîroz kir.

Her wiha şehîdên 12’ê Adarê bi bîr anîn û sersaxî ji malbatên wan re xwestin.

Meclisa Malbatên Şehîdan ya Şehba û Efrînê jî şehîdênkomkujiyê bibîr anî.

Li Helebê jî bi heman armancê ji aliyê rêxistinên siyasî daxuyaniyek hate xwendin.

Di daxuyaniyê hate diyar kirin ku armanca komkujiyê ew bû ku hemû pencereyên veguhêz, guhertina demokratîk û çareseriya pirsgirêka Kurd bê girtin.

Di dawiyê de wiha hate gotin:

“Rejîma Sûriyê û hin kesayetên ku xwe weke opozisyonê bi nav dikin, ji rewşa welat berpirsyar in û divê siyaseta xwe yê şovenîst û navendî yên dijminatiya gel dikin buherînin.”

Back to top button