Serokê Çînê Xi Jinping serdana Moskow dike

Berjewendî yên navbera Moskow û Pekînê wan hîn bêtir nêzî hev dike.
Serokê Çînê di nava hefteya pêş de serdana Moskowê dike.

Di dema serdanê de, Serokê Çînê Xi Jinping wê bi serokê Rûsya Vladimir Putin re bicive.

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, Kremlîn û Wezareta Karê Derve ya Çînê têkildarî plana serdanê agahî parve nekirine.

Tenê hatiye ragihandin ku wê Serokê Çînê Xi hefteya bê serdana Rûsyayê bike.

Hêjayî bibîr xistinê ye ku Xi di axaftina yekem a serokatiya xwe ya sêyemîn de got;

“Divê em bi berfirehî piştgirî bidin nûjenkirina parastina niştimanî û avakirina leşkerî.

Artêşa Gel a Çînê bikin dîwarê pola yê mezin ku serweriya neteweyî û ewlehî ya welat diparêzin.”

Îsal, Kongreya Neteweyî ya Gel a Çînê zêdebûnek ji sedî 7.2 di lêçûnên leşkerî de pejirand.

Serokomarê Çînê di beşeke din ji axaftinên xwe de îşaret bi planên Pekînê jî bo Çîna Yekgirtî ku armanca wê zêdekirina Taywanê ya li ser xaka welat ve kiribû.

Back to top button