
Bi boneya salvegera 5ʹan a dagirkirina Efrînê, şêniyên Reqa, Tebqa û Lubnanê bi bi çalakiyan piştgiriya xwe anîn ziman.
Şênî, rûspî, malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl û leşkerî li Qada Taxa El Ewel a bajarê Tebqayê heta Çerxerêya Meyselûn a li Taxa El Sanî meşiyan.
Li çerxerêyê rûpiyê êla El Welda Hamid El Ferec axivî û got:
“Em soz didin xelkê Efrînê ku em ê warê zeytûnê ji dagirkeran rizgar bikin.”
- Reqa
Li aliyek din li Reqayê jî, şênî û endamên saziyan meşiyan.
Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Giştî dest pê kir û heta Qada Îtifaiyê berdewam kir.
Li wir, hevserokê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Feysel El Salim axivî û soza rizgarkirina Efrînê û hemû herêmên dagirkirî da.
- Lubnan
Bi heman boneyê rêxistina PYDʹê ya Lubnanê û Kongra Star civînek li dar xist.
Civîn li Beyrûtê bi beşdarbûna bi dehan Kurdên li Lubnanê hat lidarxistin.
Di civînê de hat gotin ku ew ê têkoşînê dewam bikin heta Efrîn were rizgarkirin.