Efserekî hikûmeta Şamê di topbaran çeteyên Tirkiyê de hate kuştin

Aloziya li herêmên di bin serweriya hêzên Hikûmeta Şamê de bi dawî nabe. Hate ragihandin ku çeteyên ser bi dewleta Tirk ve nuqteyên hêzên Hikûmetê tobaran kir. Li aliyekî din jî 5 çekdarên hêzên Îranê di êrişeke Îsraîlê de hatin kuştin.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên Fetih Elmubîn yên girêdayî dewleta Tirk nuqteyên hêzên Hikûmeta Şamê yên qaşo li ‘Herêma Bêçek’ tobaran kir.

Di encama topbaranê de efserkî hêzên hikûmetê hate kuştin.

5 Çekdarên hêzên Îranê hatin kuştin

Çavdêriya Sûriyê diyar kir ku di encama topbarana hêzên Israîlê li ser nuqteyeke hêzên Îranê yên li Şamê de di nav de serbazek 5 çekdarên El-hres El-sewrî hatin kuştin.

Mîqdad dê sibe li Qahîrayê bi Samih Şukrî re bicive

Li aliyekî din jî sibe dê wezîrê karên derve yê hikûmeta Şamê Feysel Miqdad ji bo dan û standinên du alî bi wezîrê karên derve Samih Şukrî re li Qahîrayê bicive.

Li gorî ajanseke Rûsî dê Mîqdad bi Şukrî re li ser dosyayên du alî û pêşdeçûnên li welatên Ereban û yên navneteweyî nîqaş bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji dema derxistina Sûriyê ji Komara Erebî ev serdana yekmîn a Mîqdad ji Qahîrayê re ye.

Back to top button