Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Jin li Qamişloyê şahiyek li dar xist

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya hatina Roja Jinan a Cîhanê û bi diruşma “Bi hev re parastina şoreşa xwe bikin û xaka xwe rizgar bikin” şahî li dar xistin. 

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê li bajarê Qamişloyê şahiyek li stada Heysem Kico li dar xist.

Saziyên civaka sivîl, saziyên leşkerî, nûnerên ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Hêzên Hawarî, Polîsên Trafîkê, Sutoro-Jin, Natore_jin, Rêveberiya Peywendiyan, Kongra Star û malbatên şehîdan amade bûn.

Di şahiyê de dengên rêber Ocalan ên têkildarî 8’ê Adarê, girîngiya wê ji jinan re, dîroka jin û çewisandina nasnameya wê hatin guhdarkirin.

Platforma çalakiyên hevbeş ên tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bernameya pêngava çalakiyan Roja Jinan a Cîhanê bi diruşma “Bi hev re em parastina şoreşa xwe dikin û xakê rizgar dikin” di 23’yê Sibatê de dest pê kir û dê heta 10’ê vê mehê berdewam bike.

Back to top button