
Xelkê Êzdî yên ku li Şengalê dimînin rojbûna Rêber Apo pîroz kirin û gotin: ”Wê Rêber Apo rojek azad bibe.”
Endamê Meclisa Gel a Şengalê Elî Hemid 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo axivî û ev roj li gel pîroz kir.
Elî Hemid anî ziman ku wê rojekê Rêber Apo azad bibe û bi çavê xwe bibîne em çawa xwedî lê derdikevin
Her wiha da zanîn ku pîrozkirina rojbûna Rêber Abdullah Ocalan berpirsyartiya wan e.
Endamê Meclîsa Gel a Xanesorê Mam Hecî Kulî jî derbarê heman mijarê de axivî û ev roj pîroz kir.
Mam Hecî Kulî hêviya azadiya fîzîkî ji Rêber Apo re xwest û diyar kir ku ew ê her dem xwedî lê derbikevin.