“Li Efrînê li ber çavê ENKS’ê bi zorê Êzdiyan dikin Misliman”

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bang li NY kir ku li hember binpêkirinên ku li Efrînê dijî êzidiyan tên kirin, xwedî helwest bin.

Meclisê derbarê binpêkirinên dewleta Tirk ên li Efrînê ku li dijî Êzidiyan tê kirin daxuyanî da û got:

“Divê saziyên mafên mirovan û raya giştî li dijî binpêkirinên ku li Efrînê tên kirin bêdeng nemînin.

Welatên ku heya niha komkujiya Êzidiyên Şengalê weke jenosîd naskirin, divê bibin xwedî helwest.

Em dibînin ku sînaryonan 3’yê Tebaxa 2014 îro careke din dubare dibe ..

Li Efrînê li pêş çavê ENKS’ê bi darê zorê Êzdiyan dikin Misliman .. Heqaret li ola me tê kirin.

Hebûna ENKS’ê li wir û bêdengiya wê li hember vê yekê nîşana xiyaneta wê ye.”

Meclisê bang li NY kir ku li hember binpêkirinên ku li Efrînê li dijî êzidiyan tên kirin, xwedî helwest bin.

Li Efrîna dagirkirî çeteyên dewleta Tirk bi zorê 2 Êzidî kirin misilman

Back to top button