Gerîlayê berê yê Efrîqeya Başûr hiqûqnas Mahmoud Patel diyar kir ku di serdema modern de tu pêşengan têkoşîneke mîna ya Rêber Abdullah Ocalan nedane û Ocalan xwedî fikr û felsefeyê ye.
Koma Xebatê ya Mafên Mirovan a Kurd bi hevkariya Înîsiyatîfa ji bo Rêber Abdullah Ocalan Azadî ya Sûriyeyê di navbera 28’ê sibatê û 1’ê adarê de li paytexta Efrîqeya Başûr Cape Townê bi rojeva azadiya Rêber Abdullah Ocalan konferansek li dar xist.
Gerîlayê derîn ê Efrîqeya Başûr, hiqûqnas, akademîsyen û Serokê Giştî yê Koma Xebatê ya Mafên Mirovan a Kurd Mahmoud Patel têkildarî hûrgiliyên konferansê û bandora felsefeya Abdullah Ocalan a li ser cîhanê ji ajansa mezopotamya re axivî.
Mahmoud Patel: Pergala Îmraliyê dijî hiqûqa navnetewî ye
Mahmoud Patel bal kişand ser Girtîgeha Îmraliyê û tecrîda li ser Ocalan û ev tişt anî ziman:
“Pergala Girtîgeha Îmraliyê, li dijî pergala hiqûqî ya navneteweyî ya ji bo girtiyên siyasî ye.
Ji bo ku tecrîd tavilê bê rakirin û Ocalan bikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike.”
Bi domdarî Patel pirsa “Azadiya Ocalan çima girîng e?” jî wiha bersivand:
“Dibe ku rê li ber pêvajoyeke aştî û guftûgoyê veke ku dawî li pevçûnên siyasî bîne.
Bi taybet jî divê li Tirkiyeyê hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hebin.”
Têkildarî xebatên ji bo azadiya Ocalan jî Patel nirxand û got: “Akademîsyen, aktîvîstên mafên mirovan û heta dadgerê Dadgeha Destûra Bingehîn ê Efrîqeya Başûr ê berê Albie Zaks got ku divê mafên gelê kurd ên rewa bên dayîn û rêberê wan Ocalan were berdan. .”
Patel, di dawîyê de ev nirxandin kir û got:
“Divê em ji bîr nekin ku li dijî berjewendiyên mêtingeriyê yên dewleta tirk ku belav dibin, divê em ji bîr nekin ku dê pêngavên xwe yên bo azadiya Ocalan û mafên gelê kurd ên li Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê bidomînin.”