UMER EREB: KIRYARÊN ÇETEYÊN DAIŞ’Ê LI PÊŞIYA ME NABIN ASTENG

Şervanên QSD’ê di çarçoveya Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê didin.

Fermandarê Foca Duyemîn a girêdayî Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Umer Ereb debarê rewşa dawî li pêngavê de axivî.

Umer Ereb dazanîn ku hêzên wan Pira Sûse ji çeteyan rizgarkirine.

Ereb destnîşan kir ku moralên çeteyan dikevin û tekez kir ku hêzên wan bi moralên pir bilind ji her tiştî re amade ne.

Fermandarê Foca Duyemîn a girêdayî Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê li ser têkçûna çeteyan û taktîkên wan yên şer jî ev agahî da,

Çeteyên DAIŞ`ê ji ber derbeyên giran ên şervanên QSD`ê nema dikarin tu tiştî bikin.

Erebeyan mayin dikin û mayinan di erdê de bi cih dikin.

Lê şervanên QSD`ê bersiva erebeyên mayinkirî didin û êrîşên wan têk dibin.

Umer Ereb destnîşan kir ku gundê Sûsê beramberî gundê Şefa gundê herî dawîn ê girêdayî navçeya Hecîn e û niha di hedefa şervanên wan de ye.

Ereb teqez kir ku çeteyên DAIŞ`ê sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin da ku pêşketina şervanan asteng bikin.

Fermandarê Foca Duyemîn a girêdayî Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Umer Ereb di dawiyê de jî bang li şêniyên di bajarokê Hecîn dene kir ku ji wê derê derkevin û berê xwe bidin kampa Îwa ya bakurê bajarokê Hecîn.

Leave a Reply

Back to top button