Dewleta Îranê çalakvan Sakîna Barwana dîsa girt

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 200 roj li ser serhildana ‘jin jiyan azadî’ re derbas bû. Dewleta Îranê cara duyemîn e çalakvana bi navê Sakîna Barwana digire. Her wiha Helbestvan û nivîskar Rojîn Hebîbî diyar kir ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jin li dijî astengiyên di qada hunerê de têdikoşin.

Çalakiyên protestoyî di 16’ê Îlonê de dema ku Jîna Emînî li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqî ve hat kuştin, dest pê kir.

Xwepêşandan bi lez û bez li seranserê welêt belav bûn û gelekî mezin bû.

Jinên ku pêşengiya serhildanên gel ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dikin, ji hêla dewleta Îranê ve tên girtin.

Herî dawî çalakvan Sakîna Bar-wana ji mala xwe ya li bajarê Quçanê hatibû destgîrkirin û hate girtin.

Sakîna Bar-wana beriya niha bi îdiaya “Bi armanca xirabkirina ewlehiya welat, endamtiya komên muxalîf” 5 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Û 2 sal jî peywendiyên wê yên bi partiyên siyasî re hatibû qedexekirin.

Sakîna Barwana piştî 4 salan, di 11’ê Sibatê de hat berdan, lê di 5’ê Nîsanê de dîsa hate girtin.

Nayê zanîn ka Sakîne piştî ku hatiye girtin, birine ku derê.

Helbestvan Rojîn Hebîbî: Em bi pênûsa xwe têdikoşin

Helbestvan û nivîskar Rojîn Hebîbî ya 60 salî ku li Rojhilatê Kurdistanê bi helbestên xwe tê nasîn, 35 sal in mamoste ye û gelek pirtûkên wê yên helbestan bi zimanê Kurdî hatine çapkirin.

Rojîn Hebîbî li ser astengiyên ku di qada hunerê de derketine pêşiya wê axivî û got:

Min jiyana xwe bi nivîsandina helbest û nivîsan, perwerde û çîrokên zarokan derbas kiriye.

Di warê hunerê de jin bi gelek astengiyan re rûbirû dimînin.

Min gelek jinan hînî xwendin û nivîsandinê kir, ji bo pêşerojê wan perwerde kir.

Rojîn Hebîbî li ser serhildana li Îranê ya piştî kuştina Jîna Emînî dest pê kir jî axivî û wiha anî ziman:

Serhildana ku ji bo Jîna Emînî dest pê kir di serî de warê hunerê, li ser her tiştî bandor çêkir.

Ev serhildan ji bo civaka baviksalar a li Îranê bû derbeyek e.

Em bûn şahid ku bi vê serhildanê re dengê jinan bilind bû, hêvî û daxwazên xwe bi tirs û fikar anîn ziman.

Back to top button