Wezîrê Parastinê yê dagirkeriya Tirk dîsa derew kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD îdiayên dewleta Tirk a dagirker ku dibêje 10 şervanên wan şehîd bûne derewand.

Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk a dagirker bi daxuyaniyekê îdia kir ku di şeva 16’ê Nîsanê de YPG êrişê xalên wan yên leşkerî yên rojavayê Firatê ne, kirine û 4 leşkerên wan birîndar bûne.

QSD’ê ragihand ku ev îdiayên dewleta Tirk a dagirker ku dibêje 10 şervanên YPG’ê şehîd xistine derewin û durî rastiyê ne.

QSD’ê diyar kir ku di 3 rojên dawî de ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker pêk tên de ti windahiyên wan tune ye.

Back to top button