Bi boneya Cejina Remezanê, HDP’ê û Partiya Çepên Kesk ê li bajarên Kurdistan û Tirkiyê serdanên goristanan û mexdûrên erdhejê gel kirin.
Şandeyên HDP’ê ku cejina gel pîroz kirin, hêvî kirin ev cejn bibe wesîleya azadiyê.
Bi boneya Cejina Remezanê, li bajarên Kurdistan û Tirkiyê serdanên mexdûrên erdhejê, goristanan û gel hatin kirin.
Serdan, bi pêşengtiya Partî, sazî û rêxistinên Kurdistanî û demokratîk ve pêk hatin
HDP û Partiya Çepên Kesk serdana goristanan kirin
Şandeyek ji Partiya Demokratik a Gelan HDP’ê û Partiya Çepên Kesk ên liŞirnexê çûn serdana goristanan.
Piştî serdana goristanê şandeyê cejina welatiyan pîroz kir.
Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê yên navend û navçeyên Colemêrgê jî çûn serdana gorên kesên di dema qedexeyên derketina kolanan de jiyana xwe ji dest dayîn.
Serdan li goristanên Bajêrge, Taxa Roman û Goristana Asrî ya li Serê Solan de hatin kirin.
“Em ê hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin”
Şandeyek partiyiyan bi boneya cejinê serdana mexdûrên erdhejê yên li konbajarên Meletiyê dimînin jî kirin.
Di serdanê de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û got:
“Em ê di vê hilbijartinê de hesabê ji desthilata ku gelê me di bin kavilan de hiştî bipirsin.”
Bernameya cejinê ya Partiya Çepên Kesk a Êlihê veguherî mitîngê
Bernameya cejinê ya ji aliyê Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê ve hate kirin jî veguherî mitîngê.
Başak Demîrtaş a di bernameya cejinê de axivî û got:
14’ê Gulanê tê, ji bo hemû tiştên qewimîn dema hesab pirsînê tê.
Bername bi gerandina govendê û pîrozkirina cejnê bi dawî bû.