Meclisa Ciwanên Kurd panelek li ser nasnameya ciwanan, aloziya Sûriyê û sedemên dagirkiriya dewleta Tirk a li Sûriyê li dar xist.
Endamên Meclisa Ciwanên Kurd, Ciwanên MSD’ê ya Hesekê û PYD beşdarî penalê bûn.
Panel li hola Meclisa Sûriya Demokratîk a li taxa Omran a bajarê Hesekê hat lidarxistin.
Hevserokê Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Zana Mistefa axivî.
Zana diyar kir ku siyasetên ku hikûmeta Şamê bi Îran re dimeşîne û lihevkirinên dawîn ên li Moskovê, lihevkirinên herdû aliyan armanc jê ew e ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bike.
Paşê mijarên li ser nasnameya ciwanên Kurd û sedemên aloziya Sûriyê û dewleta Tirk li ser ciwanan û behsa rola ciwanan di şoreş û parastina wê de hatin kirin.