Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo bi merasîmekê 128 şehîdên meha Nîsan û Gulanê ku li cih û demên cuda şehîd bûne li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo, bi bîr anîn.
Di merasîma bîranîna 128 Şehîdan de şêniyên bajêr, malbatên şehîdan û endamên saziyên civaka sivîl, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star hazir bûn.
Di merasîme de Rêverêriya Meclisa Bajarê Qamişlo Seîd Hesen Şerîf axivî û şehîdên şoreşa azadiya Kurdistanê û fedekariyên wan bi bîr anîn ku di oxira rûmeta gelê herêmê de dane.
Seîd diyar kir ku şehîdên azadiyê pêşengên serdemê ne û li pey xwe mîrasên dîrokî hiştine.
Di dawiya merasîmê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Ayda Xelîl wesîqeyên şehadetê yên 128 şehîdan xwend.