QSD’Ê LI DÊRA ZORÊ 4 ÇETE GIRTIN Û PLANA WAN A ÊRÎŞÊ TÊK BIR

Hêzên Sûriya Dewmokratîk êrîşek çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê, têk bir û 4 çete girtin.

 

4 çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li Rojhilatê Dêra Zorê di nava plana pêkanîna êrîşek teror de bûn.

QSD’ê ragihand ku, piştî wergirtina agahiyan ji şêniyên herêmê, aliyên teybet ên QSD’ê rêkarên ewlehî ji bo girtina wan dest pê kirin.

Di encamê de herçar çete li gundê Kişkiyê yê gundewarên Rojhilatê Dêra Zorê girtin û plana wan a êrîşê têk bir.

Ragihandina QSD’ê eşkere kir ku, çete veguhestin gel aliyên peywendîdar, da ku lêpirsîn bi wan re dewam bike.

QSD’ê li kêleka girtina wan, dest danîn ser çekên bi koma şaneya veşartî re û cureyên wan bi raya giştî ra peve kir.

Tê de hat dîtin ku gelek çekên sivik û nîvgiran bi wan re hebûn.

Leave a Reply

Back to top button