Fuad Hisên: Armanca hikûmeta Iraqê bidawîkirina doza kampa Holê ye

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên jî, beşdarî civîna Têkoşîna Dijî DAIŞ’ê ya li paytexta Siûdî Riyadê bû.
Husên diyar kir ku armanca hikûmeta Iraqê şerê li dijî terorê û bidawîkirina dosya Kampa Holê û çend dozên dine.

Li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê civîna Têkoşîna Dijî DAIŞ’ê ya Wezîrê Koalîsyona Navneteweyî tê lidarxisin.

Ji 85 welatan berpirsên payebilind û wezîrên karên derve beşdarî civînê bûne.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên jî ji bo beşdarbûna civînê li paytexta Erebistana Siûdî, Riyadê ye.

Fuad Husên di civînê de gotarek pêşkêş kir û diyar kir ku hikûmeta Iraqê giringî dide dosyeyên şerê li dijî terorê. Ev jî nîşaneya vê ye ku karê pêşî yê hikûmeta Iraqê bidawîkirina dosyaya Kampa Holê ye.

Her wiha Husên diyar kir ku Hêzên Ewlekariyê, ji bo tûnekirina bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê û şaneyên razayî yên DAIŞ’ê, operasyonên pêşwext û îstîxbaratî pêk tînin.

Husên diyar kir hikûmeta Iraqê ji bo bidawîkirina dosyayên penaberên navxweyî kar dike û wiha got:

“Heta niha 148 kampên penaberan hatine girtin.

Li sînorê parêzgehên Nînova, Enbar û Herêma Başûrê Kurdistanê 26 kamp hene.”

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê herî dawî destnîşan kir ku Hikûmet tekezî li ser pêwîstiya dîtina çareseriyek rasteqîne ji kampa Holê re dike û got:

“Hikûmeta Iraqê heta niha nêzîkî 1400 malbat ji kampa Holê vegerandiye. Nêzîkî 3 hezar çeteyên DAIŞ’ê yên ji Iraqê, ji Sûriyeyê vegerandine Bexdayê.”

Li Erebîstana Siûdî civîna têkoşîna li dijî DAIŞ’ê

Back to top button