SÎHAM QERYO: DIVÊ HEMÛ ALÎ DI AMADEKIRINA DESTÛRA NÛ YA SÛRÎ DE HEBIN

Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qeryo derbarê Îstifeya nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûrî De Mestura ji karê xwe û amadekirina destûra nû ya Sûriyê ji ajansa Hawarê re axivî.

Sîham Qeryo got, divê nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê nû ku piştî Sttafan De Mistura were erkdarkirin, nûnerên hemû pêkhateyên Sûriyê beşdarî amadekirina destûra nû ya Sûriyê bike û ev tişt anî ziman;

Divê hemû cîhan rola QSD`ê ku ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê, di rizgarkirina zêdetirî ji sedî 30 ji xaka Sûriyê ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê nas bike.”

Sîham Qeryo bal kişans ser rola Tirkiyê ya bidûrxistina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji amadekirina destûra nû û wiha got:

”Dewleta Tirk dixwaze rola Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk a pêşeng û girîng a di bin banê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) de ji ber çavan veşêre.”

Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qeryo bêdengiya navdewletî ya li hemberî dagirkirina Tirkiyê ya Efrînê û binpêkirinên wê yên hovane şermezar kir û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir;

“Berjewendiyên aborî, leşkerî û siyasî di navbera dewletên herêmî û cîhanî de, bêdengiyê li hemberî binpêkirinên ku tenê gelê Sûriyê temenê wê didin, rewa dike.”

Leave a Reply

Back to top button