Koreya Bakûr ketina satalaytê weke şikestina herî mezin binav kir

Koreya Bakur di 11’ê Hezîranê de gava ku hewil dida satelayta keşfê ya leşkerî bişîne fezayê kete.
Ev yek ji aliyê rêveberiya welat ve wek binketina herî mezin hate binavkirin.

Di 11’ê Hezîranê Koreya Bakur hewil dida satalayta keşfê ya leşkerî bişîne fezayê.

Lê ev hewildan bi ser neket û satalayt di demeke pir kin de ket nava deryayê.

Medyaya dewletê ya Koreya Bakur KCNA ragihand ku di civîna dawî ya partiya desthilatdar de ketina satalaytê weke “binektina herî mezin” hate binav kirin.

Hate ragihandinê ku di civînê de karmend, lêkolîner û bi giştî kesên berpirsyar bi tundî hatine rexne kirin.

Piştî ketina roketê, Koreya Bakur diyar kirin ku ev binketin ji ber pirskirêkên teknîkî ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Roket ji ber xebata ne-asayî û pirsgirêkek teknîkî ketiye nava deryayê.”

Koreya Bakur di heman demê de diyar kir ew ê avakirina pirojeyên xwe yên li ser nukleerî bidomîne.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ji ber bernameyên xwe yên nukleerî û moşekên balîstîk welat bi cezayên navneteweyî yên tund re rûbirû maye.

Lerwma wan di civînê de li ser peydakirina pêdiviyên xwarinê jî nîqaş kirin.

Li gorî wê li ser zêdekirina berhemanîna çandiniyê li welat û bidestxistina armanca berhemanîna genim a salane hatiye nîqaş kirin.

Back to top button