Li Hindistanê germahî: Jimara kesên mirî derket 166’an

Li Hindistanê, pêla germahiyê ji bo kesên temenmezin weke kabosekê lê hatiye.
Ji ber germahiyê jimara kesên jiyana xwe ji dest dayîn derket 166’an.

Rêveberiya Hindistanê têkildarî pêla germahiyê bi daxuyaniyekê rewşa dawî zelal kir.

Rêveberiyê daxuyakirin ku li welat eyaletên herî zêde bandor bûyî Uttar Pradeş û Biharê ye.

Li Uttar Pradeş 119 û li Biharê 47 kes mirine.

Bi van daneyan re jimara kesên li welat ji ber germahiyê mirîn derket 166’an.

Hemwextî vê, ji ber jimara zêde ya li nexweşxaneyan, kesên ji ber germahiyê tên veguhestin jî cihê razanê nabînin.

Ev yek taybet li bajarê Ballia yê eyaleta Uttar Pradeşê derket pêş.

Serokwezîrê Eyaleta Uttar Pradesh Yogi Adityanath diyar kir ku ji bo bênavber karûbarê klîmasyon û sarkeran tedbîrên pêwîst hatine girtin.

Adityanath bang li welatiyan kir ku bi hikumetê re hevkariyê bikin da ku elektrîkê zêde kar neînin.

Li aliyê din li paytextê eyaleta Bihar Patnayayê hemû dibistan heta 24’ê Hezîranê hatin girtin.

Hindistan-Ji ber germahiyê 46 kes mirin

Back to top button