ŞANDEYA BIRÎTANÎ – SERDANA RÊVEBERIYA HERÊMA FIRATÊ KIR

Her wiha Şandeyê serdana rêverberiya herêma firatê li kobanê kir û bi rêveberên herêmê re civiya.
Şandeyê destnîşan kir ku Tirkiyê gefan li ewlehiya bi milyonan hemwelatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.
Lewma divê civaka navdewletî makenîzmeya ewlekariyê biparêzin û rola xwe bilîzin ji bo ku zextê li Tirkiyê bikin da ku ji bo ewlehiya herêmê misoger bibe.
Her wiha divê hebûna QSD’ê di siberoja Sûriyê de were prastin, ji ber ku van hêzan qurabniyên mezin dane.

Şandeya Birîtanî piştî ku serdana rêveberiya xwes, Meclisa sûriya demokratîk MSD û QSD’ê kir îro serdana rêverberiya herêma firatê li kobanê kir.

Şande ji aliyê hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Enwer Muslim, hevserokê kantona Kobanê Mustefa Îto, hat pêşwazîkirin.

 

DIVÊ CIVAKA NAVDEWLETÎ MAKENÎZMEYA EWLEKARIYÊ WERE BIPARÊZE

Di serdanê de, nîqaşên li ser rewşa herêmê û darizandina çeteyên DAIŞ’ê bû.

Şandeyê teqez kir ku Tirkiye gefan li ewlehiya bi milyonan hemwelatiyên Bakur û Rojhilatê Sûrî dixwe.

Ji ber vê daxwaz li civaka navdewletî kir ku makenîzmeya ewlekariyê biparêzin û rola xwe bilîzin da ku zextê li Tirkiyê bikin.

 

DIVÊ BIRÎTANIYA PIŞTGIRIYA HEBÛNA QSD’Ê DI SIBEROJA SÛRIYÊ DE BIKE

Doh jî şandeya Birîtanî, serdana Navenda QSD’ê kir û bi fermandarên wê re civiya..

Şandeyê teqez kir ku, divê hebûna QSD’ê di siberoja Sûriyê de were prastin, ji ber ku van hêzan qurabniyên mezin dane..

Di daxuyaniya çapmerniyê ya berî du rojan li Qamişlo jî, şandeya birîtanî teqez kir ku, ew û Rêveberiya Xweser têkildarî darizandina DAIŞ’iyan de, xwedî heman fikir in..

Leave a Reply

Back to top button