Atîna: Berpirsyarî ya bazirganên mirovan e

Koçberên ku bi saxî ji keştiya li Yewnanistanê filitîn, diyar kirin ku yekîneyên ewlekariyê yên peravî yên Yewnan nexwestin wan rizgar bikin.

Di trajediya koçberan de alî ji berpirsyariyê direvin.

13-14’ê Hezîranê keştiya li peravên Yewnan noqî avê bûyî, careke din bal kişand ser rewşa koçberan.

Hemwextî vê xemsarî û gumanên li ser rayedarên Yewnanistanê zêde dibin.

Hikumeta Yewnan îdîa dike ku berpirsyariya yekane ya bazirganên mirovan e.

Serokwezîrê Yewnanistanê Kyrîakos Mîçotatîs 29’ê Hezîranê li Brukselê daxuyaniyek da û got,

“Berpirsyariya esasî ya çeteyên sûc e ku keştî bi mirovên bêçare dagirtin û êlekên rizgarkirinê jî endan wan.”

Lê belê koçberên ku bi sazî ji karesatê filitîn nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku yekîneyên ewlekariya peravî yên Yewnan nexwestine wan rizgar bikin.

Saziya sînor a Ewropayê Frontexê jî diyar kiribû ku meqamên Yewnanistanê pêşniyara alîkariyê ya ji bo rizgarkirina keştiyê ji nedîtî ve hatibûn.

Koçberên sax mane: Nexwestin me rizgar bikin, ev ne qeza bû!

Pênc ji koçberên sax mane ji AFP’ê re axivîn.

Penaberê ji Sûriyeyê Hassan ê 26 salî ku li kampa penaberiyê ya Malakasa ya li bakurê Atînayê tê hiştin, hêrsa xwe nîşan da û got,

“Ti hewldana ewlekariya peravî ya Yewnan tune bû ku me rizgar bikin.”

Li gorî şahidiya koçberên sax man, di keştiyê de ji 600 heta 750 kes hebûn.

Di nava wan de gelek jin û zarok jî hebûn.

Tenê 104 kes ji wan hatibûn rizgarkirin.

Ahmed ê ji Sûriyê yê 27 salî jî got,

“Baş nizanim bê çend kes bûn, lê belê me feryada mirovan dibihîst.”

Li gorî pênc kesên sax mane, wezîfedarên ewlekariya peravî ji bo wan bikişîne du caran werîs avêtin keştiyê, lê belê herdu caran jî werîs ket.

Salîm ê ji Sûriyeyê yê 28 salî jî got,

“Cara duyemîn werîs bi lez geriya û ji aliyê keştiya leşkerî ve bi serê keştiyê ve hate girêdan.

Hingî jî keştî noqî binê avê bû.”

Penaberekî din ku ji ber ewlekariya jiyana xwe nexwest nasnameya xwe eşkere bike, ewlekariya peravî sûcdar kir ku bi zanebûn tevdigeriya û got,

“Qeza nebû.”

Back to top button