Çi têkiliya serketina di xwendinê de bi berdana guleyan heye!

Li gundewarê navçeya Şedadê jinek bi gueleke bê-serûber birîndar bû û bo nexweşxaneya Hikmê ya bajarê Hesekê hat rakirin.

Îro seat 8 sibehê, gelek xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser dengê guleyan hişyar bûn.

Berdana guleyan ji ber derketina encamên ezmûnên xwendina Seretayî yên refên 9’an, pêk hat.

Jina bi navê Nisrîn Selûm a 34 salî, ji xelkê gundê Herîrî yê başûrê Şedadê ye û fîşek li marî-pişta wê ketiye.

Nisrîn li nexweşxaneya Hikmê ya Hesekê hat emeliyat-kirin.

Hevjînê wê Yûsif Selûm li ser zimanê bijîşkên nexweşxaneyê ji ajansa North Press re diyar kir, ku niha rewşa wê aram e.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn berdana fîşekan di herkeftan de qedexe kiriye, lê tevî wê jî hin kes pabendê biryaran nabin û ji ber vê diyardeyê, gelek kes hatine kuştin û birîndar kirin.

Back to top button