Li qada daristanê ya Mêrdînê şewat derket

Li qada daristanê ya gundê Tîzyan ê girêdayî navçeya Artuklu ya Mêrdînê ji ber sedemeke ne diyar şewat derket.
Her wiha şewata li licê ku îro di nae sibê de hatibû vemirandin careke din destpêkir.

Di kêliya şewatê de gundî pêhesiyan û destwerdan kirin.

Hat zanîn ku heta niha ji ber şewatê bi dehan donimên daristanê şewitî ne.

Şêniyên gund ji bo vemirandina şewatê banga alîkariyê kirin.

Şewata îro li Licê di danê sibehê de hatibû vemirandin dîsa dest pê kir

Duh di saetên serê sibehê de li gundên Gom û Bamitnî yên girêdayî navçeya Lice ya Amedê şewatê dest pê kiribû.

Piştî destwerdana şêniyên gund û komên agirkujiyê, ber bi saetên serê sibehê ve hatibû vemirandin.

Lê belê hate ragihandin şewata li gundê Bamitniyê dîsa dest pê kiriye.

Li gorî di dîmenan de jî diyar dibe duman ji daristanên gund bilind dibe.

Bi taybetî di demên dawî de xwezaya Kurdistanê bi şewitandin û birîna daran bi dijwarî tê tunekirin

Nexasim li hemberî van kirinên dijmirovî ku bi hezaran zindî tê qirkirin tu helwest nayê nîşandan.

Li gundê Gom û Bamitnî yên girêdayî Licê ya Amedê şewat derket

Back to top button