HPG: Bi hevkariya MÎT’a Tirk û parastina PDK’ê hevrêyê me Çiya şehîd bû

MÎT’a Tirk bi destê PDK’Ê hewl dide rê li ber şerekî navxweyî vebike.
HPG’ê ragihand ku di encama komploya bi hevkariya MÎT û Parastinê de, hevrê Çiya Agirî şehîd bûye.

HPG’ê eşkere kir ku di ecama hevkariya MÎT’a Tirk û Parastinê yê PDK’ê de hevreyekî wan şehîd bûye.

Li ser bûyerê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

“Şeva 5’ê Tebaxê li qada Banîkê ya Heftanînê komek hevrêyên me ji bo pêwîstiyên xwe bi milîsekî re hevdîtin kirin.

Li cihê ku vî kesê randevû lê dabû, hevdîtinek kurt hat kirin û piştî temînkirina pêwîstiyê, kesê navborî çû.

Piştre ji du cihên cuda ve ev koma gerîla bi çekan hat gulebarankirin. ”

Di encamê de hevalê me Çiya Agirî li cihê bûyerê şehîd bû.

HPG da zanîn di vê êrişa xayînane de hevrê Çiya Agirî li cihê bûyerê şehîd dibe

He wiha gerîlayê bi nav Dilgeş jî di serê xwe de bi giranî birînda dibe.

HPG’ê diyar kir bûyer li nêzî navenda asayîşa PDK’ê ya li Banê pêkhatiye û got:

Piştî vekişandina hevalan û pêkhatina êrişê nîşan dide ku ev komployekî plankirî bû.

HPG’ê diyar kir ku MÎT’a Tirk bi vê Komployê armanc dike ku di navbera me û PDK’ê de şer der bixin.

Û beşek ji PDK’ê jî di nava vê komployê de hatiye bicihkirin.

Agahiyên derbarê nasnameya gerrîlayê şehîd bûye wiha ye:

Nasnav: Çiya Agirî
Nav û Paşnav: Îsmaîl Por Mahmût
Cihê ji dayikbûnê: Makû
Navê Dayik: Kari
Navê Bav:Mehmet
Cih û dîroka şehadetê: 5’ê Tebaxa 2023’an/Heftanîn

Back to top button