Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de Çeteyên dagirkeriya Tirk li navçeya Şerayê darên şêniyên navçeyê birîn.
Çavkaniyên herêmî dan zanîn ku li gundê Qurt Qolan ê girêdayî navçeya Şerayê çeteyên dewleta Tirk dar birîn.
Di dîmen de jî diyar dibe, ku çeteyan bi dehên darn birîne.
Duh jî û di çarçoveya revandina sivîlan de, çavkaniyên herêmî ji Efrînê ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk bi ser gundê Gorzîla yê navçeya Şêrewayê de girt û bi awayekî bêserûber sivîl revandin.
Çavkaniyan tekez kir ku bêhtirî 30 sivîl ji gund hatin revandin.