Li başûrê Idlibê çeteyan êrişî xalên hêzên hikumeta Şamê kir

Li herêma bêçek a Pûtin-Erdogan, şer dewam dike.
Çeteyên Ensar El-Tewhîd El-Cîhadî li başûrê Idlibê êrişî nuqteyên hêzên hikûmetê kir.
Di encamê de, 11 leşkerên hikûmtê hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn.
Balafirên şer ên Rusyayê jî herêmên dagirkirî yên li başûrê Idlibê bombebaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên Ensar El Tewhîd El Cîhadî êrişî nuqteyên hêzên hikûmetê û komên girêdayî wê yên li derdora Melaca ya li başûrê Idlibê kir.

Di nabera her du aliyan de, şerekî giran qewimî.

Piştre çeteyên Ensar El Tewhîd gundê Melaca ku berê di bin kontrola hêzên hikumetê de bû, kontrol kir.

Çavdêriya Sûrî: 11 leşkerên hikumetê hatin kuştin

Di encamê de, 11 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn.

Li gorî çavdêriya Sûrî dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe ji ber ku rewşa hin birîndaran girane.

Di heman demê de, Balafirên şer yên Rusyayê herêmên di bin dagirkeriya çeteyan yên li başûrê Idlidê bombebaran kirin.

Heta niha ti agahî der barê encamê de nehatiye zelelkirin.

Back to top button