Şêx û rûspiyên eşîrên Minbicê: Tirkiyê bi êrişan nikare vîna me bişkîne

Şêx û rûspiyên eşîrên Minbicê got, dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên hewayî û şerê avê wê nikaribe îradeya gelê berxwedêr ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişkîne.

Berdevkê Meclisa Rûspiyan a bajar û gundewarê Minbicê Şêx Mihemed Sadiq El Esîdî diyar kir ku gel li hemberî van senaryoyên dagirkeriya Tirkiyê ku hewl didan bi qutkirina avê gelê heremê bidin koçberkirin, bûn yek.

El Esîdî bal kişand li ser yekîtî û piştgiriya şênî û eşîrên Kurd û Ereb û wiha got:

“Ev nîşaneya hevgirtina tevahî pêkhateyên herêmê ye.

Bi hevgirtina xwe em ê planên dagirkeriyê têk bibin.

Bila Erdogan bizanibe ku em ê ji balafirên wî û şerê wî yê taybet natirsin.

Em yek dest in û îradeya me xurt e.

Em ê tevahî planên wî û xewna wî ya pêkanîna Mîsaqî Millî têk bibin.”

Rûspiyê eşîra Cabîra, Îbrahîm Ehmed El Îsa jî da zanîn ku birîna ava li ser herêmê li dijî qanûnên navneteweyî, hiqûqî û exlaqî ye û ev tişt anîziman:

“Berdêl çi dibe bila bibe em amade ne avê bidin şêniyên xwe yên li bajarê Hesekê.”

Back to top button