C3S: Wê 2023 di dîroka mirovahiyê de bibe sala herî germ

Servîsa Guhertina Avhewayê ya Copernicus (Koperbikûs) rapora sala 2023’an a rewşa hewayê parve kir.
Servîsê diyar kir ku wê sala 2023’ê di dîroka mirovahiyê de bibe sala herî germ.
Sekreterê Giştî yê NY Guterres jî berê balkişandibû ser rewşa hewayê û gotibû:
“Hilweşîna avhewayê dest pê kiriye.”

Servîsa Guhertina Avhewayê ya Copernicus (Kopernikûs) (C3S) a girêdayî Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser rewşa avhewayê raporek parve kir.

Di raporê de 2023 weke sala herî germ a di dîroka mirovahiyê de hate nirxwandin.

Her wiha hat ragihandin ku di demsala havînê de germahiya global li Nîvqada Bakur asta rekorê de ye.

Germahiya gerdûnî ya navîn di meha Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê de ji sala 2019’an gelek zêdetir bûye.

Burgess: Di dîroka 120 hezar salan de me mehên herî germ dîtin

Cîgira rêveberiya C3S Samantha Burgess got:

“Sê mehên ku hatin jiyan kirin, di dîroka mirovahiyê ya 120 hezar salan de mehên herî germin.”

Burgess diyar kir wê 2023 bibe sala herî germ a ku mirovahiyê jiyaye.

Li gorî amarên ku hatine tomarkirin de meha Tebaxê ya herî germ bû.

Guterres: Hilweşîna avhewayê dest pê kiriye

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî diyar kiribû ku hilweşîna avhewayê dest pê kiriye.

Ji xwe demeke dirêje zanyaran hişyarî didin ku wê girêdayîbûna me ya bi sotemeniyên fosîl bibe sedema germahiyên metirsîdar.

Pêlên germê, ziwabûn û şewatên ku di sê mehên dawî de li Asya, Afrîka, Ewropa û Bakurê Amerîka ketine, bandorên nebaş avakirine.

Ji ber şewitandina neft, gaz, komirê û bi giştî sotemeniyên fosîl rewşa hewyî xirabtir dibe û germahî zêdetir dibe.

Li gorî zanyaran ger mirovahî di vê çarçoveyê de gavên şênber neavêjin, wê salên ji vê germtir li benda me bin.

Back to top button