QSD’ê li Eyn Îsa li dagirkeran xist

QSD jî êrişên dewleta Tirk bê bersiv nahêle.
QSD’ê li gundewarê Eyn Îsa li dijî bargehên dewleta Tirk a dagirker çalakî li dar xistin.
Di çalakiyan de leşkerek Tirk hate kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê di çarçoveya Parastina Rewa de bersiva êrişên li ser herêmê dide.

QSD’ê ji bo tolhildana şehîdên Dêrikê û salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî li Eyn Îsa li dijî bargehên artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê li ser mijarê daxuyanî û ev agahî parve kir;

QSD: Di çalakiyan de leşkerekî Tirk hate kuştin û 3 jî birîndar bûn

“9’ê Cotmehê hêzên me li gundê Seyda yê Eyn Îsa baregehek artêşa Tirk bi çekên giran topbaran kir.

Di encamê de leşkerekî artêşa Tirk hate kuştin, her wiha kozîk, kamera û sîstema radarê hatin rûxandin.

10 Cotmehê jî hêzên me li gundê El-Dibis yê li Eyn Îsa li baregehek dagirkeran xistin.

Di encamê de 3 leşkerên Tirk birîndar bûn.”

Back to top button