Piştgiriya pêngava azadiyê a ji bo Rêber Apo mezin dibe. Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo piştgiriya pêngava azadiya Rêber Apo li pêş avahiya NY ya li Qamişloyê çalakiya konvedanê li dar xist. Kesên beşdarî çalakiyê bûn diyarkirin ku ew ê tekoşîna ji bo azadiya Rêber Apo bidomînin.