Dêrazor-Cenazeyên 3 şervanên QSD’ê hatin veşartin

Her weha xelkên Dêrazorê jî cenazeyên 3 şervanên QSD’ê oxir kirin.
Di merasîma oxirkirinê de hat destnîşan kirin ku şehîdan ji bo azadî û ewlehiyê canê xwe feda kirin.

Şervanên QSD Mihemed Firatî, Mihemed El Mihemed û Mihemed El Mehel di dema pêkanîna erka xwe ya leşkerî de şehîd bû.

Ji bo oxirkirina cenazeyên şehîdan li goristana bajarokê Ebû Xeşeb merasîmek pêk hat.

Di merasîmê de kesên axivîn, sersaxî xwestin û gotin:

“Ji bo ku em bi azadî bijîn şehîdan canê xwe feda kirin.

Dawiya merasîmê wesîqeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Cenazeyên şehîdan bi dirûşmeyan hatin veşartin.

Back to top button