Kedkarê çandê sînameger Mensûr Kerîmiyan

Di êrişên dewleta Tirk a faşîst yên li ser rojava de, sînemeger Mensûr Kerîmiyan yê ji rojhilatê Kurdistanê şehîd bû.
TEV-ÇAND’ê û ‏Yekitiya Wênekêşên Fotografiyê ya Sûriyê diyar kirin ku ewê bi afrandina hunera şoreşgerî, rûyê dijmin yê reş derxînin holê û li ser şopa şehîdên xwe bimeşin.

Kedkarê çandê sînemeger Mensûr Kerîmiyan, ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Sînemeger Mensûr Kerîmyan jî mîna bi hezaran kurd li ser çanda berxwedêr mezin bû.

Li çar beşên Kurdistanê bi hestên welatparêziyê xizmeta hunera Kurdistanê kir.

Herî dawiyê ji ber zextên rejîma Îranê berê xwe dabû Rojavayê Kurdistanê.

Li Rojava, ji bo derxistina rastiya şoreşê, rastiya berxwedanê, hevgirtina gel, êş û azarên wê bi riya sîneme xebat dimeşand.

Bi çêkirina filman û belgefîlman çanda li hermê pêş dixist.

Di çêkirina fîlmên Dema Dirîreşkan, Şengal, Kobanê û Evîna Kurd de cihê xwe girt.

Hewl da ku bi riya sîneme bala raya giştî bikşîne ser civak û gelên bakur û rojhilatê Sûriyê.

Lê dijminê hov dewleta Tirk ku heta ji çanda kurdî û derxistina rastiya li herêmê ditirse, 23’ê Kanûnê dijî saziyên xizmetguzariyê êrişekî berfereh da destpêkirin.

Sînemeger Mensûr Kerîmiyan jî di nav de 7 welatî şehîd bûn.

TEV-ÇANDê: Di êrişan de sînemeger Mensûr Kerîmiyan şehîd bû

Derbarê êrişan û şehadeta sînemeger Mensûr Kerîmeyan Tevgera Çand û Hunerê a Mezepotamya, Tevgera Hîlala Zêrîn, Desteya Çandê, Yekîtiya Hunermend û Rewşenbîran li Qamişlo daxuyaniyek dan.

Saziyan gotin:

Dewleta Tirk a dagirker ku hebûna xwe li ser tunebûna gelê Kurd û Kurdistanê ava kiriye, tu pîvanên exlaqî û nirxên civakî nas nake.

Dagirker navendên gel ên jiyanî, xizmetguzarî û bînezasiyê bombebaran dike, di êrîşan de welatî şehîd dibin.

Dawiyê biryardariya şopandina rêya şehîdan hat dayîn û ev yek hat gotin:

“Em ê bi afrandina hunera şoreşgerî, rûyê dijmin yê reş derxînin holê û li ser şopa şehîdên xwe bimeşin.

Yekîtiya Wênekêşên Sûriyê: Emê xebata şehîd Mensûr bidomînin

‏Yekitiya Wênekêşên Fotografiyê ya Sûriyê jî derbarê heman mijarê daxuyanî da û got:

Dewleta tirk, ji bilî cihên xizmetê terora xwe ya li himber rojnemevan, hunermend û rewşenbîran ewam dike.

Dewleta tirk ya faşîst ku zindanên tirkiyê û bakurê kurdistanê ji rojnemevan û hunermendan tijî kiriye, 25 kanûnê di êrîşên xwe yên hovane yên dijî rojava de Sînemagerê Kurd Mensûr Kerîmiyan şehîd kir.

‏Yekitiya Wênekêşên Fotografiyê ya Sûriyê soza şopandina riya şehîd Mensûr û domandina xebata wî da.

Di êrişa dagirkeriyê de sînemager Mansûr Kerimiyan şehîd bû

Back to top button