DEM Partî: Heta sucdar hesabê nedin em ê têkoşîna xwe bidomînin

Di salvegera 12. komkujiya Roboskî de gelek partî û rêxistinana peyam û daxuyanî dan.
Di daxuyaniyan de banga hesapirsîna ji sûcdaran hate kirin.

Di salvegera 12. komkujiya Roboskî de gelek partî û rêxistinana daxuyanî da.

Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partiyê Tulay hatimogullari û Tuncer Bakirhan li ser medya dîjîtal peyamên xwe parve kirin û diyar kirin ku komkujiya Roboskî, sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye

Hevserokan komkujî şermezar kirin û gotin:

“12 sal in Roboskî li benda edaletê ye.

Em ê Komkujiya Roboskî ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.

Heta kesên ji van cînayetan berpirsyar hesabê nedin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

“Heta ku Roboskê neyê ronîkirin edalet nayê Tirkiyê”

Her wiha bi heman boneyê li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn.

Di daxuyaniyan de hate diyar kirin ku kesên sucdar bê ceza hatine hiştin û wiha hate gotin:

“Heta ku Roboskê neyê ronîkirin edalet nayê Tirkiyê.”

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Di daxuyaniyê de komkujî hat bi bîrxistin û hate diyar kirin ku divê sucdar were darizandin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê jî têkîldarî salvegerê daxuyaniyek da û got:

“Êşa li Roboskê hatiye jiyîn, ne pirsgirêka malzemeyê siyaseta navîn ê Tirkiyeyê ye, pirsgirêkeke mirovahiyê û navnetewî ye.”

Rêxistina DEM Partiyê ya Antalyayê jî bi daxuyaniyekî daxwaza edaletê kir.

CÎK’ê bi daxuyaniyekê qurbaniyên komkujiya Roboskiyê bi bîr anî

Back to top button