Eniya piştevaniya ji bo Rojavayê Kurdistanê êrişên Tirkiyê şermezar kir

Eniya piştevaniya ji bo Rojavayê Kurdistanê ya li Başûrê Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.
Engiyê bang li aliyên peywendîdar kir ku herêmê li balefiran qedexebikin û li pêşiya êrişan rawestin.

Eniya Piştevaniya ji bo Rojavayê Kurdistanê, li Silêmaniyê di derbarê êrişên dewleta Tirk de daxuyaniyek çapemeniyê da.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker hat şermezar kirin û wiha hate gotin:

“Dewleta Tirk a dagirker li ti devera gerdûnê rê nade gelê Kurd xwedî destkeftî bin.

Bi vê re dixwaze sîstema xweseriya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilweşîne da ku carek din xeyala Mîsaqî Millî pêkbîne.”

“Divê qada hewayî ji dewleta Tirk a dagirker re were girtin”

Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû aliyên pêywendîdar hate kirin ku qada hewayî li balefirên dewleta Tirk re were girtin û pêşî van êrişan bigirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku duh jî 11 partiyên siyasî, rêxistin û saziyên li Başûrê Kurdistanê êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

Back to top button