KCK’ê banga rakirina dorpêça li ser Mexmûrê kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişand ser gefên dewleta Tirk a li ser wargeha Mexmûrê û bang li rayedarên Başûrê Kurdistanê ya Federal kir ku demildest dawî li dorpêç û tecrîda li ser Mexmûrê bînin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser rewşa li wargeha Mexmûrê ku ji 17’ê Tîrmehê ve dinava dorpêçê de ye.

KCK’ê bibîrxist ku ev 25 salin gelê wargehê ji ber zordariya dewleta tirk koçber bûye û dixwazin heta doza gelê kurd ya bakur çareser nebe venegerin Tirkiyê.

KCK’ê berxwedana gelê Mexmûr ya di dema DAIŞ’ê de bi bîr xist û wiha got:

Dema ku DAIŞ’ê êrîşî Hewlêrê kir, beriya her kesî gelê Mexmûrê dest bi berxwedanê kir.

Ji ber bûyereke ku tu eleqeya gelê Mexmûrê pê tune, rêveberiya herêma başûrê Kurdistanê Mexmûr dorpêç kiriye.

Niha li Mexmûrê nexweş, xwendekar û karker nikarin ji wargehê derkevin.

Gelê Mexmûrê ev rewş ji rêveberiya Herêma başûrê Kurdistan, dewleta Iraq, Neteweyên Yekbûyî û ji gelek saziyan re ragihandiye.

Lê bi mehan e ev ambargo û tecrîd didome, ji ber vê jî em a niha daxuyaniyekê didin.

KCK’ê fikarên xwe yên li hemberî êrîşeke muhtemel ya dewleta tirk li ser herêmê anî ziman û wiha domand:

Tê gotin di demên dawîn de balefirên keşfê li ser Mexmûrê digerin.

Fikara gel ev e ku wê êrîşên hewayî pêk werin.

Gelê Mexmûrê parçeyekî xweser ê Kurdan e.

Hemû Kurdên li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava hesasiyeta wan a Mexmûrê heye.

Bendewariya hemû Kurdan ev e ku tecrîd û dorpêça li ser Mexmûrê were rakirin.

KCK’ê daxuyaniya xwe bi vê daxwazê bi dawî kir:

Ji bo gelê me yê Mexmûrê hê zêdetir zorî û zordarî li ser neyê kirin, em jî daxwaza rakirina dorpêçê dubare dikin.

Bi wê bawerin ku rêveberiya Kurd guh bide vê bangê.

Leave a Reply

Back to top button