Mezlûm Ebdî biryara ENKS’ê ya ji nû ve vekirina buroyên xwe erênî nirxand

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed biryara ENKS’ê ya vekirina buroyên xwe li Rojava bi gaveke erênî nirxand.

Mezlûm Ebdî, derbarê biryara ENKS’ê daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê twîtterê belav kir û destnîşan kir ku biryara ENKS’ê gaveke girîng di çarçoveya gavên avakirina baweriyan de ye.

Mezlûm Ebdî got:

Ji bo yekîtiya Kurdî û nêzîkbûna nêrînan, em ê hemû hewildanên xwe bikin.

Li gorî wê, divê her aliyek berpirsyartiyên dikeve ser milê wî bi cih bîne, ji bo çareseriyeke adil ji bo doza Kurdî ya li Sûriyê were dîtin.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed jî vekirina buroyên ENKS’ê bi gaveke erênî û ji bo pêşxistina yekrêziya mala kurdî bi nav kir.

Back to top button