121 kesên din li Huobi ya Çînê nû pê ketin

Hejmara qurbanên virusa Corona zêde dibe û herî dawî 121 kesên din li Huobi, bi virusê jiyana xwe ji dest dan. Li Misirê yekem kesê bi virusê ketiye hat tespîtkirin.

Komîteya Tenduristiyê ya herêma Huobi ya Çînê li ser malpera xwe ragihand ku 121 kesên din bi virusê mirine.

Hat ragihandin ku 4 hezar û 823 kesê din li Huobi nû bi virusê ketine.

Bi vê yekê, jimara giştî kesên li Huobi pêketine gihîşt 51 hezar û 986 kesan.

Japonya jî mirina yekem kes ku jineke 80 saliye bi virusê ragihand.

Li Misirê jî hat ragihandin ku kesek biyanî bi virusa Corona ketiye.

Li Îmaratê, 2 kesên din ku bi virusê ketibûn baş bûn.

Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî jî ragihand ku divê lêpirsînek li ser pêketina hezar û 716 karmendên tendurisiyê li Çînê bi virusê, were vekirin.

Li aliyê din pisporê Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî Îra Lonjînî إيرا لونجيني hişyarî da ku eger rewş wiha derbas be wê zêdetirî nîvê cîhanê bi virusê bikevin.

Back to top button