Şervanê QSD’ê Ebdulbaqî Revê li Hesekê hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên Hesekê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Ebdulbaqî Revê li goristana Şehîd Dijwar oxir kirin.

Şervanê QSD’ê Ebdulbaqî Revê bi nasnav Diyar Hesekê dema erka xwe bi cih dianî, şehîd bû.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarê wê piştî wergirtina cenazeyê şehîd bi karwanekî ber bi goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Leşkerî ya bajarê Hesekê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn diyar kirin ku şehîd Diyar tevî temenê xwe yê mezin jî ji erkê xwe dûr neket ta gihişt asta şehadetê.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Diyar Hesekê di nava slogan û tiliyên dayikan de hat veşartin.

Back to top button