Amerîka: Em piştgiriya Esmanî nadin Tirkiyê

Hemwextî hebûna Jeffrey li Enqereyê, Amerîka ragihand ku ji bo şerê li Idlibê ew ê di milê parastina esmanî de piştgiriyê nedin Dewleta Tirk.

Werzîrê parastinê ya Amerîkî Mark Ispir ragihand ku Amerîkayê tu destekên esîmanê ji bo şerê li Idlibê dike, nade Tirkiyê.

Ispir tekez kir ku piştgiriya Amerîka bi Tirkiyê re wê tenê di çarçoveya pêşkêşkirina desteka mirovî de be.

Werzîrê parastinê ya Amerîkî Mark Ispir destnîşan kir ku ew ê bi sekreterê giştî yê NATOyê re Jens Stoltenberg re rewşa Suriye nîqaş kir û piştrast kir ku Nato ji rewşên awrete re amade ye.

Şemiya borî jî Serokê Amerîka Donald Trump ragihand ku wî bi serokkomarê Tirkiyê Erdogan re rewşa Sûriyê gotûbêj kir.

Beriya du rojan jî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawuşuglo dîsan diyar kir ku welatê wî daxwaziya zêdekirina pergala parastina asmanî “patiryot” ji bo pştgiriya wan li Idlibê, ji Amerîkayê kir.

Back to top button