RIYAD EWDÊ: ARMANCA TIRKIYÊ AVAKIRINA HERÊMEKE TAMPON E

Endamê Şepêla Çepger a Şoreşgerî Riyad Ewdê destnîşan kir ku Trikiye ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe û dagirkirina xakên berfireh ji Sûriyê dixwaze herêmek tampon ava bike.

Endamê Şepêla Çepger a Şoreşgerî Riyad Ewdê têkildarî êrîş û binpêkirinê dewleta Tirk li ser herêmên Bakûrê û rojhilatê Sûrî ji ajansa Hawarê re axivî.

Riyad Ewdê destnîşan kir ku siyaseta Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji aliyê her kesî ve tê naskirin û got:

Tirkiye bi armanca pêkanîna berjewendiyên xwe û dagirkirina herêmên berfireh li Sûriyê dixwaze çemberek ewlehiyê ango herêmeke tampon ava bike.”

Ewdê teqez kir ku Her dagirkirinek an jî destwerdanek li dijî xaka dewletek din tê wateya têkçûna siyaseta wê dewletê.

ji ber wê jî em dibînin Tirikiyê hem li Sûriyê û hem li Îraqê destwerdan kiriye.

Têkildarî piştgiriya Tirkiyê ji çeteyên DAIŞ’ê re Riyad Ewdê diyar kir ku Tirkiye DAIŞ’ê weke kaxizekê ji bo pêkanîna pilanên xwe li herêmê bikar tîne.

Endamê Şepêla Çepger a Şoreşgerî Riya Ewdê axaftinên xwe wiha bi dawî kir:

Her dewletek ku mafên dewletekî din binpê dike û sûcên şer dike Çaranûsa wê têkçûne.

Leave a Reply

Back to top button