Li Girê Spî av ji ser şêniyan qut kirine û malên wan desteser kirine

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî av ji ser şêniyan qut kirine û mal û milkên wan jî desteser dikin.

Ji 19’ê Nîsanê ve, çeteyan ji gundê Til Fender, av ji ser gundê Til Exder ê Girê Spî qut kirine û heya niha bê av in.

Her wiha çeteyan mal û erdê şêniyên gund desteser kirine.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî, çeteyên dewleta Tirk mal û erdê xelkê desteser dikin, ku heye niha çeteyan 4 hezar û 500 donim erd û 65 mal li ser navê xwe danîne”.

Çavkaniyeke herêmî jî da zanîn ku “ji tirsa kuştin û revandinê, şênî nikarin daxwaza mal û milkên xwe li çeteyan bikin”.

Back to top button