HPG’ê kuştina 12 leşkerên dewleta Trik ragihand

Li dijî dagirkeriya dewleta tirk gerîlayên HPG’ê ji Heftanînê heta Dersimê çalakî pêk anîn.

Di çalakiyan de, derbên xurt li dagirkeriyê hatin xistin û 12 leşker hatine kuştin.

HPG’ê her wiha dazanîn ku di van çalakiyan de 3 gerîla heta kêliya dawî bi lehengî şer kirine û gihiştine asta şahadetê.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên ji Heftanînê heta Dersimê daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê ku li herêma Heftanînê dewam dike de, hêzên gerîlayan çalakiyên bi bandor li dijî artêşa Tirk a dagirker pêk anîn.

Di vê çarçoveyê de;

9 û 10’ê Hezîranê gerîlayên YJA Starê li dijî leşkerên li ser Girê Partîzanê û Konferansê yê Mezin çalakiyên sûîqestê kirin û 2 leşker hat kuştin.

10’ê Hezîranê li navçeya Çelê ya Colemêrgê artêşa Tirk a dagirker li derdora Girên Canmeda û Şelale yên li herêma Xeregolê dest bi operasyona dagirkeriyê kir.

Gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de ku li herêmê dewam dike de, li dijî yekîneyên operasyona dagirkeriyê çalakiyek kirin.

Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hate xistin, hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

Operasyona dagirkeriyê ya li herêmê hîn jî dewam dike.

29’ê Gulanê artêşa Tirk a dagirker li qada Deriyê Egîda ya herêma Herekolê ya Sêrtê dest bi operasyona dagirkeriyê kir.

Li herêmê di navbera gerîla û artêşa dagirker de 2 rojan şer dewam kir.

Di encamê de, zêdeyî 10 leşker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Di şer de 3 gerîla jî heta kêliya dawî şerkirin û gihiştin asta şahadetê.

Artêşa tirk a dagirker careke din ji bo kuştiyên xwe veşêre, bi rêya çapemeniya xwe bûyer weke qeza nîşan da.

10’ê Hezîranê gerîlayan li qada Sari Tosûn a navçeya Pulurê ya Dersimê li kûleyeke çavdêriyê ya artêşa Tirk a dagirker xistin.

Depoyek, 6 kamera û paneleke rojê ya li kûleyê ji aliyê hêzên me ve hatin bêkêrkirin.

HPG’ê her wiha nasnameya gerîla Ziyat Taş binasnav Reşo Xerzan ku 17’ê Gulanê Şehîd bûbû jî bi raya giştî re parve kir.

Back to top button